Rêber Ocalan ji bo rewşa başûrê Kurdistanê banga yekîtiyê kir

Rêber Ocalan bi riya telîfonê bi malbata xwe re aixivî. Rêber Ocalan ji bo rewşa li Başûrê Kurdistanê banga yekîtiyê kir.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku Rêber Ocalan û muwekîlên wan ên din ku li Îmraliyê girtî ne, bi malbatên xwe re axivî ne.

Birayê Rêber Ocalan, Mehmet Ocalan têkildarî mijarê, wiha got:

“Duh ji bo me gotin sibe saet 13:00’an werin Serdozgeriya Komarê ya Rihayê.

Em jî li ser vê îro çûn wir, bi rêya telefonê em axivîn.

Hevdîtina me ya li ser telefonê bi qasî 20-25 deqe dom kir.”

Mehmet Ocalan got ku Rêber Ocalan diyar kir ku rewşa wî ya tenduristiyê baş e.

Mehmet Ocalan destnîşan kir ku Rêber Ocalan bi taybet li ser rewşa li Başûrê Kurdistanê nirxandin kir û banga yekîtiyê li hêzên Kurdî kir.

Her wiha xizmên girtiyên din jî diyar kirin ku rewşa girtiyan a tenduristî baş e û agahî dan ku wê malbat dubare bikarin bi rêya telefonê bi hev re biaxivin.

Back to top button