Ciwanekî Sûrî bi bihaneya li polîsan nesekiniye, hat kuştin!

Heger bi Corona nemirin jî, bi zext û kirinên AKP’ê û bi destê polîsên wê tên kuştin. Bi hinceta ku li polîsan guhdarî nekiriye, ciwanê Sûrî yê bi navê Elî Ednan El-Esanî yê 19 salî bi guleyên polîsên AKP’ê hat kuştin.

Polîsên Tirkiyê ciwanê Sûrî El-Esanî li taxa Kuce-wezîr a li Edeneyê bi guleyan kuşt.

El-Esanî, ji tirsa standina pere û birîna cezayan, hewl da ji polîsan bireve, lê rastî guleyan hat û di cihê xwe de hate kuştin.

Dezgehên ragihandina Tirkiyê jî diyar kir ku “ji ber li polîsan nesekiniye û hewl daye bireve, polîsan gule li lingî wî xistiye”.

Lê belê, vîdiyoyên hatine kişandin, eşkere dikin ku gule bi zanebûn hatiye berdan û li sînga wî ketiye.

Her çi qas bidin xuyakirin ku tedbîran digirin jî, di rastiyê de tiştekî wisa tune ye.

Dema mijar dibe Kurd an Sûriyên penaber jî, her tiştî dikin… jixwe siyaseta dewleta Tirk a çewisandinê li dijî van penaberan ji roja yekem de, ji her kesî ve xuya ye.

Back to top button