Li ser banga gel, Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê wê welat bi rê ve bibe

Bi vîna gel, rêyeke nû ji Lîbyayê re tê xêzkirin.. piştî banga gel û li ser daxwaza parlamena Lîbî, Artêşa Niştimanî erkê birêvebirina welêt da ser milê xwe.. Fermandarê Gitşî yê Artêşê Xelîfe Hefter teqez kir “ew ê li gorî vîna gel tev bigerin û lihevkirina siyasî ya di navbera wan û Wîfaqê de têk bibin”.

Em vîna gel dipejirînin û têkbirina lihevkirina siyasî radigihînin.

Duh Fermandarê Giştî yê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter, ev gotin di daxuyaniyeke televîzyonî de ragihand.

Pêncşema borî, Parlamena Lîbî avakirina mecliske serokatiyê pêşinyar kir ku hersê herêmên Lîbyayê bi serperiştiya NY dest bi hilbijartinan bikin..

Her wekî Hefter jî banga xistina hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî ji gelê Lîbî kiribû.

Piştî gel ev yek bi cih anî, Artêşa Lîbî erkê birêveberina welêt da ser milê xwe.

Hefter anî ziman, “ew ê sazî û dezgehên dewleta sivîl a mayînde, bi vîna gel ava bikin û teqez kir, êdî dema lihevkirina bi navê Sixêrat bihûriye”.

17ê Kanûna 2015an, lihevkirineke siyasî li bajarê Sixêrat ê Mexribî pêk hat.

Li gorî wê, Lîbya di navbera 2 hêzan de hat dabeşkirin.

Hikumeta Wîfaqê li rojava û Artêşa Niştimanî li rojhilatê welêt, lê ev bi kêr nehat û şerê wan her dewam kir.

Li gorî lihevkirinê, divê dawî li komên çete hatiba, lê hikumeta Serac vê dawiyê peymaneke deryayî-leşkerî bi dewleta Tirk re îmze kir tiştê hişt aloziya welêt bigihêje lûtkeyê.

Çavdêr dibînin ku gotina Hefter, peyamekê tenê nîşan dide ew jî, ya qebûlkirina projeya niştimanî, yan projeya Tirkî ya terorîst.

Rojnamevanê bi navê Selah el-Terhûnî ji Eyn el-Exbariya re teqez kir ku “jimarek mezin a sektorên herêma rojavayî– ku li jêr destê Wîfaqê ye– bi awayekî razî piştgirî da Artêşa Lîbî.

Yekem bertek ji balyozxaneya Amerîkî ya li Lîbyayê derket, ku ew ne bi xistina Sixêratê re ne, lê ew ê piştgiriyê bidin çi çareyeke siyasî.. û teqez kir, “divê Hefter û Serac agirbestê ragihînin û dest bi giftûgoyan bikin”.

Back to top button