
Xuya ye rewşa Tirkiyê di kîjan astê de ye, heta ku dîsa qedexekirina derketina derve were ragihandin. Jimara kesên heta niha jiyana xwe ji dest daye jî bû 2 hezar û 900.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, ragihand ku di 24 saetên dawî de, 95 kesên din mirin û 2 hezar û 131 kes jî nû bi vîrûsê ketin.
Bi van daneyên dawî jî, jimara kesên heta niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mirine, bû 2 hezar û 900 û jimara kesên nexweş gihaşt 112 hezar û 261an.
Erdogan: Wê ji 1 heta 3’ê Gulanê, qedexekirina derketinê were ragihandin
Li aliyekî din û piştî civîna desteya wezîran, Erdogan, ragihand “wê ji 1 heya 3’yê Gulanê, qedexekirina derketina derve were sepandin”.
Balkêş e, ragihandina qedexekirinê di “Roja Kedkaran a Cîhanî” de, bi zanebûn ji aliyê AKP’ê ve hatiye kirin.
Her wekî sepandina wê ji bo careke din jî, rewşa kambax ya Tirkiyê eşkere dike.