WHO: Hîna demeke dirêj ji vîrûsê re maye

Çavê cîhanê li benda bidawîbûna vîrûsa Corona qerimîn, ku dihat payîn bi dawiya meha Nîsanê re vîrûs biçe, lê Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê da zanîn ku hîna demek dirêj ji vîrûsê re maye.

Rêxistinê duh ragihand ku “wê zû bi zû dawî li Coronayê neyê û rexne li hemû dewletên cîhanê kir ku “bi derketina vîrûsê û ragihandin rewşa awarte re, tedbîrên baş nehatin girtin”.

Li ser vê jî, WHO hişyariya vegera vîrûsê li welatên ku ev tedbîr sist kirine, da.

Heya niha zêdetirî 3 milyon kes bi vîrûsa Coronayê ketine û dawî li jiyana zêdetirî 211 hezarî hatiye..

Back to top button