Wêne – dîmen..Balafira keşfê ya Tirk, nuqteyeke Asayîşa Kobanê bombebaran kir

Vê sibehê di saet 03:40’an de, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov nuqteyeke Hêzên Asayîşa Kobanê bombebaran kir.

Ev dîmenên destpêkê yên êrîşa Dewleta Tirk li ser Hêzên Asayîşa Kobanê ye.

Nûçegihanê me ragihand ku ev êrîş bi 2 mûşekan pêk hatiye.

Piştî bûyerê, desteyeke leşkerî ya Rûsî çû cihê bûyerê da lêkolîne bike.

Meclisa Rêveber a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê ev êrîşa Kobanê şermezar kir û da zanîn ku berpirsiyarê vê êrîşê Amerîka û Rûsya ne. Ji ber ku qada hewayî di bin kontrola wan da ye.

Back to top button