Li dijî êrîşên dagirkeriyê gundê me di nava seferberiyê de ye

Jina bi navê Metra Îsa, gelek caran ji ber topbarana dewleta tirk a li ser gundê Bab El-Xêr di seferberiyê de ye. Metra li ser jiyana gund a di nava êrîşan de dibêje:” Tevî ku tirkiyê xaka me dagir kiriye dixwaze me bi darê zorê derxîne, em jî dibêjin ev warê me ye û kes nikare me ji axa me derxe, ji ber ku dîrok û nasnameya me li vir e.’

Mirov çiqas bêje tu hevok nikare berxwedana gelê herêmê li hember dagirkeran vebêje ango pênase bike.

Tevî hemû zor û zehmetiyan gel û bi taybet jin dixwazin bi çanda berxwedanê bersiva dijmin bide.

Yek ji wan jinan jî jina temen mezin Metra Îsa ya 60 salî, tevî kurê xwe û 4 neviyên xwe, li gundê Bab El-Xêrê yê girêdayî navçeya Zirganê di nava êrîş û topbaranan de dijîn.

Dayika Metra bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên ser gund û got:

Em di nava jiyaneke seferberiyê de dijîn, dewleta tirk bi şev û roj gundê me topbaran dike.

Ev ax ne milkê bavê wan e, dîrok û nasnameya me li ser vê axê ye, çi dibe bila bibe, emê, ji vir dernakevin.

Metra anî ziman ku ew gelek zehmetiyan di aliyê xizmetguzariyê de dijîn û wiha pê de çû:

Pirsgirêka avê heye, kehrebeya me tune ye, bi sedema nebûna kehrebê bîrên me yên avê jî, ji xizmetê derketine.

Tevî zehmetî û pirsgirêkan dîsa em li gund in.

‘Ji ber guleyan em gelek carî di nava zeviyan de radizên’

Dayika Metra destnîşan kir ku gundê ku çete lê bi cih dibin rojane guleyan davêjin û dibêje:

Gelek caran em li çolê û di nav zeviyan de, di vê zivistanê de razane.

Rastiya ku em li vir dijîn, ji wiha xirabtir e, em dixwazin alîkarî û destek ji bo me bê dayin.

Metra Îsa dawiyê bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta tirk bikin da ku ji warê wan derbikevin.

Back to top button