
Saziya Gaziyên Kobanê êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Zînê Wertê bi daxuyaniyekê li goristana Ş. Dîcle şermezar kirin.
Gaziyên Kobanê di daxuyaniyê de weha got:
AKP rewşa Nexweşiya belavbûna vîrûsa Korona ji xwe re wek fersendekê digire dest û êrîşên xwe yên li ser Gelê Kurd ra-nawestîne.
Li Rojavayê Kurdistanê her roj bi destê çeteyên girêdayî AKP’ê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kuştin, revandin û talankirin pêk tê.
Niha jî dewleta tirk bi alîkariya PDK’ê hewl dide ku herêma Zînê Wertê dagir bike û dixwaze şerê birakujî pêş bixe.
PDK’ê nêzî 72 baragehên leşkerî ya Tirkan li Başûrê Kurdistanê bi cih kiriye û niha jî destekê dide dewleta tirk.
Daxuyanyên PDK tenê dikevin bin xizmeta dewleta tirk û pêşî li ber bira-kujiyê vedike.
Saziya Gaziyên Kobanê dawiyê bang li PDK’ê kir û got nebin amûrê dijmin û em aşitî, wekhevî û yekîtiya kurdan dixwazin.