Iraq..Kabîneya Kazimî gihiştiya kuderê?

Li Iraqê piştî istifaya serokwezîr Adil Ebdul Mehdî heta niha hikumet ne hatiye avakirin. Mistefa Kazimî ku ji bo avakirina hikumetê hatî erkdarkirin, dixwaze bêy zexta aliyên siyasî hikumetê avabike. Tevî dema ji bo hikumeta Kazimî bi dawî bûye jî hîna hikumet ne hatiye avakirin.

Mistefa Kazimî yê ku ji bo avakirina hikûmetê hatî erkdarkirin di nava hewldanan de ye ku 7 wezaretan bi serbixwe û dûr ji namzetên aliyên siyasî di kabîneyê de bimîne.

Endamê Parlamentoya Iraqê yê ji Lîsteya Seîrun Riyaz Meshudî ragihand ku lijneya 7 kesî ya ji bo piştevanîkirina Kazimî pêk hatiye û nêrînên xwe yên li ser kabîneyê û wezareta ji navborî re ragihandine.

Erkdarkirina Kazimî ya ji bo avakirina hikûmetê di hefteya sêyemîn de ye û zêdetir ji hefteyekê dem li ber maye.

Lê niha li pêşiya wî çend astengî hene û nikare weke ragihandî ji berî ku dama wî xelas bibe kabîneya xwe pêşkêş bike.

Hefteya borî Kazimî îşaret bi vê kiribû ku kabîneya wî amadeye û lîsteya navê wezîran eşkere kir.

Lê aliyên Şîe demildest nav red kirin û gotin divê ew bi xwe mîna Kurd û Sunneyan navê wezîrên xwe destnîşan bikin.

Kazimî li ser mayîna kar a wezîrên parastinê, hundirin, neft, darayî, eletirik, tenduristî û derve israr dike ku bi awayek serbixwe û di bin desthilata wî de û dûr ji namzetên aliyên siyasî liser kar bimînin.

Pênçşema borî, Mistefa Kazimî lîsteya namzên wezîrên kabîneya ku wê ava bike belav kir û ji 22 wezaretan namzetên 5 wezaretan eşkere nekir.

Di nava wan de wezaretên hundirin û parastinê hebûn.

Her çiqas biryar bû duh Kazimî listeyek nû a navê namzetên hikûmetê eşkere bike lê ji ber nerazîbûna Şiiyan ev yek pêk nehat.

Kazimî jî naxwaze ku kabîna wê bikeve bin daxwazên Şîeyan.

Ji bo vê mebestê jî di twitterê de got, ger di berjewendiya welat de nebe zextên ti aliyan qebûn nake.

Aloziya siyasî û aborî ya li Iraqê ji 1’ê Cotmeha 2019’an ve bi derketina xwepêşandan re kurtir bû.

Ji wê rojê heta niha li nava Iraqê alozî bi dawî nebûye.

Back to top button