Astengiyên li hember dewriyên Rûsî-Tirkî li Idlibê

Ji ber redkirina çeteyên dewleta Tirk jê re, li Idlibê heta niha Rûsya û dewleta Tirk nekarîne peymana xwe ya li hevkirina derbarê Idlibê de pêk bînin. Ji bendên lihevkirina Putin-Erdogan pêkanîna dewriyeyên hevbeş li ser riya M4 a Lazqiyê-Helebê ye. Lê heta niha aliyan nedkarî dewriyeyeke hevbeş li ser dirêjahiya riya M4 a navdewletî pêk bînin.

5 ê Adara borî û piştî kuştina bi dehan leşkerên dewleta Tirk li Idlibê, serokê Rûsyayê Viladîmir Putin û serokkomarê Tirkiyê Erdogan lihevkirinek ragihand.

Yek ji bendên vê lihevkirinê jî pêkanîna dewriyeyên hevbeş ên Rûsî-Tirkî li ser riya M4 a Heleb-Lazqiyê bû.

Lê heta niha pêkanîna van dewriyeyan weke ku hatiye plankirin, pêk nayên.

Sedem jî ew e ku çeteyên dewleta Tirk li dijî vê lihevkirinê ne û hebûna Rûsyayê li herêmê red dikin.

Herî dawî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku Rûsya û dewleta Tirk dewriyeyeke hevbeş a kurt ku tenê 3 Km geriya, li riya M4 pêk anîn.

Li gorî Çavdêriyê hatibû plankirin ku dewriyek li ser dirêjahiya riya M4 a navdewletî bigere.

Lê ev yek heta niha jî pêk nehatiye.

Beriya çend rojan jî ji bo pêkanîna dewriyeyeke hevbeş, li ser riya M4 şer şer di navbera artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê de derketbû.

Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan û birîndarên artêşa dewleta Tirk çêbûbûn.

Back to top button