Li Tirkiyeyê 120 girtî bi Corona ketine

Li Tirkiyê bi vîrûsê re hikumeta faşîst ya AKP û MHP’ê polîtîkayên qirêj dide meşandin. Wezîrê Edaletê yê tirkiyê ragihand ku li ser 120 girtiyan vîrûs hatiye tesbîtkirin. Tevî rewşa metirsîdar ya li girtîgehan, koçber jî di heman rewşê de ne. HDP’ê ragihand ku bi hinceta vîrûsê zêdeyî milyonek koçber ji kar hatine derxistin.

Wezîrê Dadê têkidlarî şewba koronayê ku li girtîgehan belav bûye daxuyanî da û got:

Li 4 girtîgehên cuda 120 girtî û hikumxwar bi nexweşîna koronayê ketine.”

Girtiyên li Qeyseriyê: Em Terkî mirinê kirine

Nazli Solgun a li Girtiyeha Jinan a Bunyan a Qeyseriyê, diyar kir ku 3 hefte ye çav û qirika wê dişewite û hevsengiya wê xera dibe û wiha got:

Li gel van nîşaneyan dîsa min nabin nexweşxaneyê.

Ez û 2 hevalên xwe di qarantînayê de tên girtin.

Em terkî mirinê hatine kirin.

HDP’ê li dijî qanûnê, serî li darazê dide

Li dijî Qanûna Îfanzê, HDP’ê wê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bide û têkildarî newekheviya di qanûnê de, Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê daxwaznameyek amade kir.

Daxwazname ji 11 rûpelan pêk tê, balê dikişîne ser rêgezên “wekhevî” û “dewleta hiqûqê” û hat diyarkirin ku bi vê qanûnê re, cezakirinek nû hatiye sepandin.

HDP: Bi vîrûsê re milyonek koçber ji kar hatin derxistin

Komîsyona Koçber û Penaberan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi boneya 1’ê Gulanê Roja Yekitî û Piştevaniya Karkeran daxuyaniyek nivîskî weşand.

HDP’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Emê koçberên di 1’ê Gulanê de terkî birçîbûnê hatin kirin ji bîr nekin.

Nêzî 4 mîlyon koçberan di pêvajoya şewbê de bi awayekê pir zor debara xwe dikin, tu dahatû û ewlekariya wan tuneye.

HDP’ê bang li mirov û hêzên pêşverû kir ku daxwazên bingehîn ên çîna karker û kedkarên koçber ên keda wan tên xwarin, bi rengekî berfireh bixin rojevê û xwedî li wan derkevin.

Back to top button