Pêla pêketina bi Coronayê li Başûr Kurdistan, Iraq û Îranê dewam dike

Rêxistina Tenduristiya Cîhanî ragihand ku wan ji bo pêleke nû li Başûrê Kurdisatnê tedbîrên xwe girtine. Li Îranê ku çend rojên derbasbûyî daneyên pêketina vîrûsê kem dibû, îro careke din daneyên pêketina vîrûsê hezar derbas kir.

Îro Nûnerê Rêxistina Tenduristiya Cîhanî, Ethem Îsmaîl li Hewlêrê derbarê vîrûsa Coronayê daxuyanî da.

Ethem Îsmaîl ragihand ku li gorî wan wê pêlek din a vîrûsa Coronayê were Başûrê Kurdistanê, ji vê yekê wê tedbîrên pêwîst bigirin.

Her wiha îro tenduristiya parêzgeha Besrayê ya Iraqê ragihand ku 37 kes bi riya koneke ezayê bi vîrûsa Coronayê ketin.

Wiha jî, hejmara kesên ku li Iraqê bi vîrûsê ketine dighêje derdora 1850 kesî, ji wan 88 kes mirine û nêzî hezar û 300 jî baş bûne.

Li Îranê jî ku xwe di rêza 9’an de di asta belavbûna vîrûsê de digire, hê jî pêla vîrûsa Coronayê ranewstiyaye.

Li Îranê ev çend roj bûn bîlançoya rojane kêmî hezarî, lê îro dîsa pêketina zêdeyî hezar kesî hat tomarkirin.

Heya niha Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zêdeyî 92 hezar kes bi vîrûsê keitne, ji wan derdora 5 hezar û 900 kes mirine û zêdeyî 72 hezar kes jî baş bûne.

Back to top button