Rêveberiya Xweser êrîşa li Kobanê şermezar kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşa li ser navendeke Asayîşê ya li Kobanê şermezar kir û berpirsyariya êrîşa dagirkeriya dewleta Tirk jî xist ser milê Rûsya û Amerîkayê.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi daxuyaniyekê berpirsiyariya kiryarên Tirkiyê xist ser milê Rûsya û Amerîkayê.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku Tirkiyê bi awayekî eşkera hemû biryarên navneteweyî û di nav de biryarên agirbestê di dema belavbûna vîrûsa Coronayê de, binpê dike.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navnetewî bi hemû saziyên wê û di serî de Meclisa Ewlehiyê û NY’yê kir ku erka xwe li beramberî kiryarên dewleta Tirk yên li herêmê pêk bînin.

Back to top button