‘ÇETEYÊN NUSRA AMADEKARIYA ÊRÎŞEKE BERFIREH DIKIN’

Li Idlib û gundewarên wê amadekariyên şereke mezin tê kirin.

Çeteyên Nûsrayê hêzên xwe li herêmê komî serhev diki.

Li gorî çavkaniyan çeteyên Heyet Tehrîr Şam ango Nusra, amadekariya êrîşeke mezin dikin ku herêmên dewrûbera rêyên navdewletî ya Heleb – Hema – Laziqiyê bi dest bixin.

Rojnameya Weten a girêdayî rejîma Sûrî diyar kir ku bi vî awayî bendên Rûsya û dewleta Tirk li ser lihevkirine têk diçin.

Hemwextî wê Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan jî ragihand ku hêzên rejîmê herêmên gundewarê Idlib, Hema û Laziqiyê bi dijwarî topbaran dike.

REJÎMA SÛRÎ HUKMÊ ÎDAMÊ DER BARÊ 10 SERÇETEYAN DERDIXE

Ev yek di wextekê de tê ku Dadgeha Cezayê ya rejîma Sûrî derbarê 10 serçeteyan hukmê îdamkirinê derxist.

Ji nava van çeteyan, serçeteyê Nusra Ebû Mihemed Colanî, serçeteyê Ceyş Îslam Îsam Bûyedanî û serçeteyên Feyleq Rehman Abdullnasêr Şemîr.

Hêjayî gotinê ye ku hukmeke bi vî rengî ji destpêka aloziya Sûriyê ve, cara yekemîn e.

Leave a Reply

Back to top button