li Iraqê di 24 saetên dawî de 81 kes bi Coronayê ketin

Li Iraqê di 24 saetên dawî de 81 kes bi nexweşiya Coronayê ketine, 2 kes jî ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane û 33 jî baş bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê derbarê daneyên dawî yên nexweşiya vîrusa Coronayê daxuyanî da.

Wzaretê diyar kir ku di 24 saetên dawî de 4 hezar û 648 test hatine kirin û 81 kesên bi Coronayê ketine hatine tomarkirin.

Her wiha 2 kesan jî jiyana xwe ji dest daye û 33 kes jî baş bûne.

Li gor daneyên dawî, li Iraqê heya niha nêzî 2 hezar kesî bi Coronayê ketine, ji wan 90 kesan jiyana xwe ji dest daye hezar û 319 kes jî baş bûne.

Back to top button