Dewleta Tirk li Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê 2 ciwan kuştin

Balafirên artêşa Tirk a dagirker vê sibehê herêma Xakurkê bombe kir û du ciwanên xelkê bajarê Şino yê Rojhlatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan.

Malpera Hengaw ya Rêxistina Mafên Mirov, ragihand di saetên sibehê de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de li devera Xakurkê bombebaran kir.

Di encamê de du ciwanên xelkê bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane.

Hate ragihandin ku ciwanên jiyana xwe ji dest dane Faxir Tazeward (35) û Reşîd Mîroyî (36) saliye.

Her wiha hate gotin her du ciwan ji bo komkirina pincar çûbûn deverê.

Hate destnîşankirin ji ber asêbûna deverê hîna malbatê xwe negihandiye cenaze û cenaze li zozanên Xakurkê ne.

Hêjayî gotiyinê ye Xakûrk deverek çiyayî ye, dikeve sêgoşeya sînorê Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê.

Ji aliyê Rojhilat ve bajarê Şino, ji aliyê Başûr ve jî bajaroka Sîdekan cihên herî nêzî Xakurkê ne.

Back to top button