Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê dewam dike û şervanên QSD’ê bi pêş dikevin.
Li hindirê bajroka Hecîn û bi taybet li derdora nexweşxaneyê, şer giran e.
Çavakniyekî ji QSD’ê diyar kir ku, li derdora nexweşxaneya bajaroka Hecînê ya rojhilatê Dêrazorê şerên giran di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ’ê de diqewimin.
Di encama şer de, herî kêm 50 çete hatin kuştin û erebeyeke doşka hat teqandin.
Çavknaiyê da zanîn ku çeteyan bi erebeyeke bombe-kirî hewl dan êrîşî şervanan bikin, lê belê şervanan êrîş têk birin.
Her wiha tîmên taybet jî, 15 mayin li herêmê bê-bandor kirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê jî duh ragihandibû ku 32 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin û nexweşxaneya Hecînê hatiye rizgarkirin.