Konseya Ewlekariyê difikire agirbesteke 90-rojî ragihîne

Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî difikire “agirbesteke mirovî” heya 90 rojî bixe dengdanê da karibin li gel belavbûna nexweşiya Coronayê, alîkariyên mirovî derbasî welatên şer bikin.

Hefteya borî, biryar-nameya Fransî-Tûnisî di reşnivîsa xwe de agirbestek 30-rojî pêşniyar kiribû.

Lê Duşemê, reşnivîsek nû hat sazkirin, dibêje: “Divê hemû aliyên şer yekser pabendî agirbesta 90 rojî bibin û alîkarî bêyî astengî derbas bibin”.

Heya niha, Konseya Ewlekariyê ti dem ji bo vê dengdanê destnîşan nekiriye, ji ber di hundirê vê reşnivîsê de, rexne li ser WHO hene ku baş aloziya Coronayê bi rê ve nabe.

23yê Adarê jî, NY banga rawestandina şer li her aliyên cîhanê kiribû, lê hinek deveran ev yek bi cih neanî.

Back to top button