Li Efxanistan 3 kes hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn

Li paytexta Efxanistanê Kabulê, teqînek xwekuj pêk hat û bû sedema kuştina 3 kesan û birîndarkirina 15 kesên din. 

Li gorî daxuyaniya Wezareta Hundirîn a Efxanistanê, îro di saetên sibehê de, teqîneke xwekuj li herêma Rîsxur ya 11 KM dûrî Kabulê ku herêmek qelebalixe, rû da.

Di encamê de, 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 15 jî birîndar bûn.

Heta niha ti hêz û rêxistinê, berpirsyariya teqînê negirtiye ser xwe.

Berê demekê, tevgera Talîbanê daxwaza hikumeta Efxanistanê ya ji bo agirbestê red kiribû, ji ber li gorî Tevgerê, Kabulê lihevkirina di navbera wan de binpê kiriye.

Back to top button