komîteya Rêveber a PKK’ê, 1’ê Gulanê li hemû kedkaran pîroz kir

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi nêzîkbûna 1’ê Gulanê– Roja Karkeran a Cîhanî–daxuyaniyek da û diyar kir ku “divê têkoşîna demokrasî û azadiyê ya nîvsedsalê di 1’ê Gulanê de mezintir bibe. 

Komîteya Rêveber a PKK’ê têkildarî 1’ê Gulanê, Cejna Karkeran a Cîhanî daxuyaniyek weşand.

Komîteyê diyar kir ku “ew li gel kedkar, sosyalîst û hêzên demokrasiyê yên Tirkiye û Rojhilata Navîn, bi têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li dijî siyaset û hişmendiya qirker-mêtinger-faşîst, 1’ê Gulanê pêşwazî dikin”.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Kedkar, ciwan û jinên li çar aliyên cîhanê, 1’ê Gulanê ya îsal bi têkoşîneke xurtir a li dijî êrîş û gefên mezin ên hêzên sermayeya global a li dijî kedkar û bindestan, pêşwazî dikin”.

Komîteyê da zanîn ku “hêzên hegemonîk û kapîtalîst û dîkatoriyên netewe-dewletên herêmî yên bi serkêşiya mêtingeriya faşîst a AKP-MHP’ê, bi Şerê Cîhanê yê 3. re, dixwazin bi êrîş û komkujiyan, têkoşîna gel û kedkarên Kurdistan û Rojhilata Navîn tune bikin.

Ji lewma, divê Têkoşîna ku bi Sînan, Mahîr, Denîz, Îbrahîman dest pê kir û bi Rêber Apo, Hakî Karer û Kemal Pîran dewam kir, girîng e bi 1’ê Gulanê re hîn bêhtir mezin bikin”.

Komîteya Rêveber a PKK’ê di dawî de 1’ê Gulanê li karker, kedkar, bindest, jin û ciwananên ku têkoşîna demokrasî, azadî û sosyalîzmê dimeşînin, pîroz kir.

Back to top button