
Ciwanekî ku li derveyî herêmên Bakur û Rojhilatû Sûrî wefat bûye, li goristana taybet a ku Rêveberiya Xweser di çarçoveya tedbîrên li dijî vîrûsa Corona de, hat veşartin.
Duh, tîmên awarte yên Heyva Sor a Kurd, ciwanekî ku li Başûrî Kurdistanê bi krîza dil miribû, li goristana gundê Kerbelat ê Dêrikê, veşart.
Ciwanê wefatbûyî, Mihemed Xelîl Mihemed, 23 salî û ji gundê Qeremux ê Kobanê ye.
Duşema borî jî, heman tîman zilamekî din ku ew jî li başûrê Kurdistanê miribû, veşart.
Bi vê re jî, jimara kesên heta niha hatine veşartin, bû 6 kes.