Li Dêrik..Navendek tenduristiyê ji rewşên lezgîn tê amadekirin

Heyva Sor a Kurd bi desteya Heyva Sor a Kurdistanê re li Dêrikê dest bi amadekirina navendekê ji bo xebatên tenduristî û rewşên lezgîn dike.

Heyva Sor a Kurd diyar kir ku piştî amadekirina navendê, ew ê 4 ambulansan û 21 endaman weke kadroya tenduristiyê amade bikin, da ku di 24 saetan de rewşên lezgîn pêşwazî bikin.

Heyva sor teqez kir ku ji bo pêşxistina xebatên tenduristiyê, wan parçeyek erd bi rûbera hezar û 250 metre çargoşe destnîşan kiriye.

Hevserokê Heyva Sor a Kurd (Ehmed Şêxmûs) diyar kir ku armanca wan ji vê pirojeyê, ew e ku alîkariya hemû şêniyan bikin.

Back to top button