Misirê jî teqîna li Efrîna dagirkirî şermezar kir û hişiyarî ji encamêm çavnebariya dewleta Tirk li herêmê da.
Navenda Fitweyan a Misirî artêşa Tirk û çeteyên wê bi teqîna duh li Efrînê tewanbar kir û diyar kir ku destwerdana leşkerî ya Tirkî di xaka Sûrî de qanûnên navdewletî binpê dike.
Navendê destnîşan kir ku bêdengiya civaka navdewletî der barê hebûna Tirkiye li Sûriye û Lîbyayê, herêmê dixe nava tevliheviyê.
Navenda Fitweyan a Misirî planên dewleta Tirk bi kirinên şeytanî bi nav kir û banga li civaka navdewletî kir ku li hember van kirinan raweste.