Şaneya Ragihandina Ewlekariyê: 2 xwekujên DAIŞ’î di êrîşa li Kerkûkê de hatin kuştin û yek jî reviya

Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqî ragihand ku 3 çeteyên DAIŞ’ê êrîşî avahiya istixbaratê ya li Kerkûkê kir. Di encamê de, 2 çete hatin kuştin. 

Li gorî Şaneyê, duh 3 xwekujên DAIŞ’î hewl dan avahiya istixbaratê armanc bikin, lê hêzên ewlekariyê bersiva wan da.

Li gorî agahiyan, 2 çeteyên xwekuj di encama bersivdayîna hêzên ewlekariyê de hatin kuştin, yê sêyem jî reviya.

Li aliyekî din, Hêzên Lîwaya 62’yan bi daxuyaniyekê da xuyakirin ku çeteyekî DAIŞ’ê payebilind li Kerkûkê hat girtin.

Li gorî daxuyaniyê, ev çete, yê herî metirsîdar ê DAIŞ’ê ye ku destê wî di gelek bûyeran de hebû.

Hêzên Iraqî operasyoneke leşkerî berfireh bi navê “Girava Xwînê” li dijî DAIŞ’ê dest pê kiriye ji ber ku liv û tevgera wê li herêmê zêde bûye.

Back to top button