RÊXISTINÊN JINÊN AZAD ÊN KURDISTANÊ DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ KIR

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) li Silêmaniyê li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan û piştgiriya Leyla Guven dest bi greva birçûnê kir.

Di dema destpêkirina grevê de li ser navê RJAK’ê Banû Helebceyî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin;

Ev krîza ku îro li Rojhilata Navîn heye û her ku diçe kûrtir dibe, çavkaniya xwe ji tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan digire.

Çavkanî û kilîla çareseriya doza Kurd û demokrasikirina sîstem û herêmên azad bi rewşa Rêber Ocalan ve girêdayî ne.

RJAK’ê bang li hemû gelên her çar aliyên Kurdistanê û cîhanê yên bi wijdan kir ku li dijî tecrîdê dengê xwe derxin.

Leave a Reply

Back to top button