Hefter “Tifaqa Sixêratê” betal kir, Amerîka û Rûsyayê jî bertek dan

Fermandarê Giştî yê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Mûşîr Xelîfe Hefter duh bi daxuyaniyeke Tifaqa Sixêratê tune hesiband û xwe wek serokê welat ragihand. Derbarê betlakirina Tifaqa Sixêratê ji aliyê Artêşa Niştimanî ve, bertek ji aliyê Amerîka û Rûsayê ve derketin. Hikûmeta Misirî jî teqez kir ku wê bi komên teror ên girêdayî Tirkiyê re ti çareserî li Lîbyayê pêk neyê.

Duh Fermandarê Giştî yê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Xelîfe Hefter, ragihand ku ew Tifaqa Sixêratê ya ku birêvebirina welat navbera wan û hikumeta Wîfaqê de dabeş dike, betal dike”.

Xelîfe Hefter destnîşan kir ku ew weke Artêşa Niştimanî banga milet a birêvebirina welat qebûl kiriye û ew ê wek serokê Lîbyayê welat bi rê ve bibe.

Piştî daxuyaniya Xelîfe Hefter, balyozxaneya Amerîkî ya li Lîbyayê bertek da, ku ew ne bi dawîkirina tifaqa Sixêratê re ne, ew piştgiriyê didin çareseriyek siyasî û divê alî agirbestê ragihînin, li hev rûnên bi giftûgoyan pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Ji aliyê xwe ve, duh Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov, got ku ew derbarê rêvebirina Lîbyayê tenê ji aliyê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ve qebûl nakin.

Lavrov destnîşan kir ku niha ti amûr di destê wan de nîne ku bandorê li ser serkêşê Artêşa Niştimanî, Xelîfe Hefter, bikin.

Her wiha Fransayê jî got ku tenê diyalog rê ji çareseriyê re vedike.

Misir: Wê bi komên terorê yên Tirkiyê re, ti danûstandin pêk neyên

Wezareta Derve ya Misirê jî li ser girîngiya Artêşa Niştimanî di şerê dijî komên teror daxuyaniyek da û diyarkir ku divê Artêşa nîştîmanî ti carî bi terorîstên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike re danûstandinan pêk ney ne.

Back to top button