Vîrûsa Corona..Biçûktirîn pitik li Misirê bi Corona ye

Vîrûsa Corona ne zarokan û ne jî temenmzinan dizan e. Her kes dibe qurbanê vê vîrûsê. LI Misrê, biçûktirîn nexweşê bi Coronayê, pitikê 35 rojî ye.

Wezareta Tirndirustiyê ya Misrê ragihand ku biçûktirîn rewş bi corona li welêt derket, pitika 35 rojî bi vîrûsê ketiye.

Nexweşxaneya Meniyê Nesir  a li bakurê welêt zarokê nû jidayîk bûye ji gundê Dirêb El-Xidir pêşwazî kir û piştî têstan derket ku vîrûs lê peyda bûye.

Bişîşkan diyar kir ku di dema zayînê de, wan bi baldarî nêzî zarok bûne û ew baş parastine ji vîrûsê.

Piştre hat zanîn ku pitik, vîrûs ji kesên ku hatine dayîkbûna wî pîroz bikin girtiye.

Wezareta Tendirustiyê ya Misrê ragihand ku 260 kesên din bi Corona ketin û 22 jî mirin.

Bi giştî 5042 kes bi vîrûsê ne, 1304 jê baş bûne û 359 jî mirin e.

Back to top button