Li Enqereyê bi kampanya ‘Malbatên Xwişk û Bira’ xwe gihandin 332 malbatî

Hevseroka HDP’ê a Enqereyê Pakîze Sînemîllî-oglu diyar kir ku di çarçoveya kampanya ‘malbatên xwişk û bira’ de xwe gîhandine 332 malbatî.

HDP’ê di pêvajoya vîrusa korona de bi armanca piştevaniyê kampanya ‘malbatên xwişk û bira’ da destpêkirin.

Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglu der barê kampanyayê de axivî û got:

Di rewşa vîrûsê de divê dewlet amade be û hewcedariyên gel peyda bike.

Bi vê kampanyayê re em ji bo hewcedariyên gel ketin tevgerê û me xwest em li qadê xebatê bimeşînin.

Dewlet hewl dide qadên me jî bi sînor bike, tevî vê kampanya me gihiştiye 332 malbatî.

Nêzî 100 malbatî jî daxwaza piştgiriyê kir, em hewl didin piştgiriyê bidin wan.

Kesên dixwazin xwe bigihînin kampanyayê dikarin li ser van numaran xwe bighînin.

0542 525 41 45

0530 171 30 06

Back to top button