Rêber Ocalan: Pêdivî bi yekîtiya netewî heye

Rêber Ocalan di axaftina xwe ya bi rêya telefonê ku bi Mehmet Ocalan re kirî de îşaret bi polîtîkayên dixwazin Kurdan li dijî hev din şer kirin kir.

Ocalan diyar kir ku peymana di sala 1982’an de ya bi Îdrîs Barzanî re dikare were nûkirin û got: Pêdivî bi yekîtiya neteweyî ya Kurdan heye.

 

Rêber Abdullah Ocalan piştî 21 salan cara yekemîn bi rêya telefonê bi malbata xwe re hevdîtinek kir.

Hevdîtina telefonê ya Ocalan di 27’ê Nîsanê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kir 20-25 deqeyan dewam kir.

Birayê rêber Ocalan, Mehmet Ocalan, li ser naveroka axaftinan ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Mehmet Ocalan diyar kir ku li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê hevdîtina telefonê pêk anîn û destnîşan kir ku rêber Ocalan li ser 3 mijarên di rojevê de nirxandin kirin.

Mehmet Ocalan dazanîn ku Rêber Ocalan bi awayekî berfireh li ser rewşa Başûrê kurdistanê nirxandin kiriye û wiha gotiye:

Ev polîtikayên Kurdan bi Kurdan bidin şerkirin û kuştin e.

Tu qezenca Kurdan di vê yekê de tune ye.

Divê ne PDK û ne jî YNK û ne jî ti partî û tevgerên Kurdan nekevin nava hesabê ‘Em ê şer bikin û dê li hemberî vê yekê dewletê bidin me’.

Ger xwîn birije, wê kes nekara ji bin vê yekê derbikeve.

Ev peyama min hem ji bo Qendîlê û hem jî ji bo Hikumeta Herêmê ye.

Pêdiviya Kurdan bi şer û rijandina xwînê tuneye.

Pêdiviya Kurdan yekitiyê heye.

Rêber Ocalan: Protokola sala 1982’an

Mehmet Ocalan, destnîşan kir ku rêber Ocalan protokola 10 xalî ya ku di sala 1982’yan de bi bavê Nêçîrvan Barzanî Îdrîs Barzanî re hatiye îmzekirin bi bîr xistiye û gotiye, li gorî protokolê divê êdî di navbera Kurdan de xwîn û şer pêk neyê û ev yek ji aliyê hemû aliyan ve hatibû qebulkirin.

Rêber Ocalan: Rijandina xwînê di navabera gelê Kurd de nayê pejirandin

Rêbertî ji gerîlayên li Qendîl û malbatên Barzanî û Talebanî re jî got, êdî rijandina xwînê ya di navbera Kurdan de nayê qebûlkirin û ev tişt anî ziman:

Gel jî em jî qebûl nakin.

Ger li holê kêmaniyek hebe divê ev bi diyalogê bê çareserkirin û aştî pêk bê.

Rêya yekitiya di navbera Kurdan ji Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur derbas dibe.

Kesên vê bikin jî malbatên Barzanî, Talabanî û hevalên li Qendîlê ne.

Hem hêviya gelê Kurd hem jî hêviya me nerêjandina xwînê ya navbera Kurdan e.

Back to top button