Li Başûrê Kurdisanê metirsiya Corona hîna jî xwe dide der

Wezîrê Tenduristiyê yê Başûrê Kurdisanê bang li welatiyan kir ku li gorî tedbîran tevbigerin. Li Îranê jî vîrûsê dawî li jiyana 80 kesên din anî.

Li Herêma Başûrê Kurdistanê kêm be jî hîna rewşên nû yên vîrûsê corona derdikevin.

Di nava 48 saetên dawî de 19 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin.

Li Herêmê bi şertê pîvanên tendûristiyê berçavan werin girtin, tedbîrên qedexeya derketina derve hinekî asayîtir bûne.

Di rojên dawî de jî çend rewşên nû derketin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiya Hikumeta Herêma Kurdistanê Mihemed Qadir li ser metirsiya belavbûna vîrûsê, ji Rojnews re axivî û ragihand ku li herêmê hîn jî metirsiya vîrûsê dewam dike û got;

“Ger di nava çend rojan de ti kes bî vîrûsê nekevin, nayê wê wateyê ku dawî li vîrûsê hatiye.

Metirsî hîna jî dewam dike.

Ger em li gorî tedbîran tev neegerin û ji hev dûr nekevin, dibe ku carek din hejmara kesên bi corona dikevin, zêde bibe.

Ji bo wê jî divê ti kes xwe nexapîne.”

Bi giştî heta niha 366 kes li Herêma Başûrê Kurdistanê bi vîrûsê ketine, 322 kes baş bûne û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest dane. Hin kes jî hîna di bin çavdêriyê de ne.

Li Îranê bi dehan kes li bîlançoya Corona zêde bûn

Li Îranê jî bîlançoya qurbaniyan a rojane hîna jî giran e.

Li gorî daneyên fermî, li Îranê îro 80’ê kesên din jiyana xwe ji dest dan û jimara giştî bû 5 hezar û 957 kes.

Her wiha jimara giştî ya pêketiyan jî bû, 93 hezar û 657 kesan.

Back to top button