HRW: Astengiyên Şamê û Iraqê hewldanên li dijî Corona asteng dikin

Rêxistina Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku kelemên ku hikumetên Şamê û Iraqê li pêşiyan gihandina alîkariyan ji bo bakur û rojhilatê Sûrî derdixin, di xebatên li dijî Corona de dibin asteng.

Karmendên ajansên NY li yên li herêmê dixebitin, diyar kirin ku barên alîkariyê yên ji Şamê ji bo Qamişlo hatin şandin, ji ber astengiyên hikûmetê negihaştin herêmên ne di destê wê de.

Encûmena Asayîşê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) di meha Çileyê de biryar da ku ewê alîkariyê êdî di dergehên li Iraqê re ne şêne bakur-rojhilatê Sûrî.

Rêveberiya xweser jî ev biryar bi neyînî binav kiribû û gotibû wê alîkariya ku di dergehên herêmên bakurê Sûrî ku hatin dagirkirin re li gorî pêwist negihêje şêniyan.

Piştî vê yekê jî Rêxistina Mafên Mirovan (HRW) bi daxuyaniyekê gotinên Rêveberiyê piştrest kir.

Rêxistinê diyar kir ku piştî biryara NY wan ne kariye alîkariyê derbasî bakur-rojhilatê Sûrî bike.

Rêveberê hevbeş yê beşa qeyran û nakokiyan di rêxistinê de Jerry Simpson got:

“Li Bakur û Rojhilatê Sûrî 2 milyon kes bê pêdiviyên alîkariyê yên ji bo vîrûsa Corona mane.

Divê serkiredeyên cîhanî û herêmî ji bo gihandina alîkarî û karamendên bijîşkî, bi lez kar bikin.”

Karmendên ajansên NY yên ku ji HRW re axivîn, diyar kirin di mehên adar û nîsanê de çend barên alîkariyê ji bi riya balafirê ji Şamê ji bo Qamişlo hatin şandin, lê belê astengiyên bîrokrasî yên hikûmeta Şamê nehiştin ku ev alîkarî bigihêje navçeyên ne di destê wê de.

Karmendên alîkariyê yên rêxistinên li Şamê tomarkirî û ajansên NY, dibêjin ku astengiyên ji aliyê van hikûmetan ve nahêlin ku ew li bakur-rojhilatê Sûrî, li hemberî corona amade bin.

Rêxistinê diyar kir ku divê Encûmena Asayişê, demlidest destûrê bide derbaskirina alîkariyan ji Iraqê, bo bakur-rojhilatê sûrî .

Rêxistinê her wiha destnîşan kir ku divê aliyên navdewletî zextê li Hikûmeta Şamê û hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê jî bikin da ku, alavên tenduristiyê û pêwistiyên din, derbasî bakur-rojhilatê Sûrî bikin.

Heta meha Çileyê, Encûmena Asayişa Navdewletî rê dida ajansên girêdayî Neteweyên yekbûyî ku alîkariyan ji bakur û navçeyên din ên Iraqê, bi riya deriyê sînorî ji herêma Rebîa ya Iraqê di Til Koçer re, bigihênin bakur-rojhilatê Sûrî û ew rê jî ji aliyê Rêxistina Tenduristiya Cihanî (WHO) ve dihat bikaranîn.

Back to top button