TJA: TÊKOŞÎNA ME HETA ŞIKANDINA TECRÎDÊ WÊ BERDEWAM BIKE

Bi pêşengiya Hevseroka KCDê Leyla Guven a li Zindana Amedê, li Bakurê welêt têkoşîn û berxwedana li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan mezin dibe.

Rejîma faşîst a AKP-MHPê ya di nava tirseke mezin de ye, doh li Amed, Batman û Wanê êrişî jinan kiribû û piraniya wan jin 79 kes kiribûn binçavan

Jinên binçavkirî çalakiya xwe ya ji bo piştgiriya bi Leyla Guven re didomînin.

Li Girtîgehên Wanê jî koma duyemîn a ji 30 girtiyên siyasî pek tê, ketin greva birçîbûnê.

Çalakiyên greva birçîbûnê li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan li her derê bi xurtî belav dibin.

Li Wanê aktîvîstên TJA’yê û Dayikên Aştiyê bi armanca piştgiriya çalakiya Guven duh li avahiya HDP’a Wanê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn.

Polîsan bi ser rêxistina avahiya HDP’a Wanê de girt.

14 jinên ji Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA’yê pêk dihatin binçav kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Wanê.

Her wiha li Amed û Êlihê jî aktivîstên Tevgera Jinên Azad dest bi grava birçîbûnê kiribûn.

Lê polîsên Tirkiyê êrîşî aktivîstan kirin û herî kêm 50 jin binçav kiribûn.

TJA: TÊKOŞÎNA ME HETA ŞIKANDINA TECRÎDÊ WÊ BERDEWAM BIKE

Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê binçavkirinên jinên li Amed, Wan û Êlihê ketibûn greva birçîbûn de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ev êrîşên li avahiyên partiya wan hate kirin nîşan didin ku faşîzm çiqasî ji berxwedana bi pêşengiya jinê ditirse.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Divê were zanîn, têkoşîna mafdar a jinan a li dijî tecrîdê, wê ti carî bi binçavkirin û zextan neyê tepisandin.

Têkoşîna me heta şikandina tecrîdê wê dewam bike.”

LI WANÊ 30 GIRTÎ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE

Ne tenê rêxistin, aktîvîst û parlamenterên HDP’ê, her wiha girtiyên di zindanan de jî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne.

Li Girtîgehên Tîpa T û F yên Ewlehiya Bilind ên Wanê koma duyemîn a ji 30 girtiyên siyasî pek tê, li dijî tecridkirina Rêber Ocalan, ketin greva birçîbûnê.

Girtiyan diyar kirin ku heta tecrîd bi dawî nebe ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Leave a Reply

Back to top button