Li Başûrê Kurdistanê di 24 saetên dawî de tenê kesek bi Coronayê ketiye

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê, di 24 saetên dawî de têkildarî nexweşiya vîrusa Coronayê welatiyek temen 32 salî bi virûsê ket.

Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê bi daxuyanyekê daneyên dawî yên têkildarî nexweşiya vîrusa Coronayê ragihand.

Wezaretê diyar kir ku di nav 24 saetan de li başûrê Kurdistanê zilamek temen 32 salî yê ku xelkê Silêmaniye, bi virûsê ket.

Heya niha li Başûrê Kurdistanê 367 kes bi virûsê ketine, ji wan 325 kes baş bûne û 5 kes jî mirine.

Back to top button