Ji bo ku vîrûs belav nebe, Meclisa bajarê Hesekê û Meclisa Tenduirstiyê ya bajêr biryar û tedbîrên Tenduristî girtin.
Hevserokê desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku 2 rewşên bi vîrûsa Coronayê li herêma Cezîrê hatin tomarkirin.
Ciwan Mistefa anî ziman ku kesên nexweş jinek û hevserê wê ne û ji bajarê Hesekê ne..
Ji aliyekî din ve hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdil Xenî û hevseroka Gerînendeya Tenduristiyê Romînda Îsa daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de hin biryar hatin girtin:
– Taxa El-Amran a ku herdû rewş tê de hatin tomarkirin wê têkeve karantînayê.
– Wê gel bi riya dengvederkê bên hişiyar kirin da ku ji malên xwe dernekevin û derbasî herêma hikumata Şamê ya li bajêr nebin.
Her wiha bang li gel kirin ku nehêlin zarokên wan ji mal derkevin.