Komîteya Amerîkî: Divê zext ser Tirkiyê were kirin ji bo ji bakurê Sûriyê vekişe

Komîteya Amerîkî ya Azadiya Olan bang li rêveberiya Amerîkî kir ku zextê li Tirkiyê bike ji bo ji herêmên Bakurê Sûrî vekişe û sûcên dike bi dawî bike.

Komîteya Amerîkî ya Azadiya Olan (USCIRF) ku komîteyek federalî serbixwe ye û partiyên cimhurî û demokrat piştgiriya wê dikin, duh rapora xwe ya salê derxist.

Di rapora komîteyê de behsa neheqiya dijî olan û baweriyan hat kirin.

Komîteyê bang li Rêveberiya Amerîka kir ku zextê li Tirkiyê bike ji bo ku hêzên xwe ji Sûriyê bikişîne.

Her wiha rê li pêşiya her qirkirinek nejadî yan jî olî li wan herêman û neheqiya ku li dijî kêmnetewên olî û nejadî tê kirin, bigire.

Di rapora Komîteya Amerîkî ya Azadiya Olan de hat destnîşan kir ku li Sûriyeya ku azadiya Olan tê şkandin, herêmên Rêveberiya Xweser a li bakurê welêt azadiya ola tê parastin.

Back to top button