Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî ragihand, “ew ê operasyonên xwe yên leşkerî li Terablusa paytext hemwextî Meha Remezanê, rawestînin”.
Duh, di daxuyaniyeke çapemeniyê de, Mismarî diyar kir, “ew ê di çend rojên bê de, destûreke nû ragihînin û wê di nav de nexşerêyeke nû bo ‘pêkanîna xewnên gelê Lîbî’ hebe”.
Berdevkê Artêşê got:
Tenê 2 bijarte li pêşberî gel heye, yan aştî û têkbirina çeteyan, an jî dagirkeriya dewleta Tirk.
Li ser vê jî bang li civaka navdewletî kir ku “cidî nêzî bijarteyên gel bibe.
Ji aliyê xwe ve, wezîrê derve û hevkariya navdewletî ya Lîbî Ebdul Hadî el-Hiwêc jî, teqezî li ser heman tiştî kir, ku “divê civaka navdewletî piştgiriyê bide van bijarteyan û naskirinê ji hikumeta Wîfaqê ya ne-destûrî bikişîne”.
Berî 2 rojan jî, Fermandarê Giştî yê Artêşa Niştiman Xelîfe Hefter, daxwaza gel a birêveberina welêt erê kiribû û xistina lihevkirina Sixêratê ragihandibû.