Dr. Ciwan Mistefa: Li Hesekê 2 kes bi vîrûsê ketin

Piştî rûdana 2 rewşên vîrûsa Corona li Hesekê, êdî Bakur û Rojhilatê Sûrî xwe ji pêvajoyekê nû re amade dike. Desteya Tendursitiyê jî banga pêkanîna biryar û rêgezên xweparastinê li gel kir û ji bo vîrûs li herêmê belav nebe, Taxa El-Omran bi temamî kete bin çavdêriyê û wê Rêveberiya Xweser jî alîkariyê ji malbatên taxê re pêşkêş bike.

Duh Hevserokê Desteya Tendursitiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî Dr.Ciwan Mistefa ji Televizyona me re teqez kir ku li herêmê 2 kes bi vîrûsa Coronayê ketine.

Herdu kes jî, jinek û hevserê wê yên ji bajarê Hesekê ne.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku jin li nexweşxaneya Wetanî ya bajarê Qamişlo dimîne û hevserê wê li malê di bin çavdêriya tendurstiyê de ye.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî: Divê şênî biryar û rêgezên xweparastina kesayetî, pêk bînin

Paşê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyekê, banga pêkanîna biryar û rêgezên xweparastina kesayetî li gel kir.

Desteya Tendursitiyê teqez kir ku, ev pêketina vîrûsê û belavbûna wê, di encama nehevkariya rêveberiya hikumeta Şamê bi Rêveberiya Xweser re ye.

Ji xwe berî niha, Rêverberiya Xweser diyar kiribû, ku eger rewşek li herêmê derkeve, Hikumeta Şamê berpirsyar e.

Taxa El-Omran li jêr çavdêriyê ye

Piştî rûdana 2 rewşan, Meclisa Kantonê û Rêveberiya Tenduristiyê ya bajarê Hesekê jî ev tedbîr û biryar girtin:

Wê Taxa El-Omran bi temamî bikeve jêr çavdêriya tendurstî.

Çûnûhatina ji û heya bajarê Hesekê hat rawestandin.

Hişyarkirina şêniyan bi rêya dengvederkê ku ji malên xwe dernekevin.

Rêbazên xweparastinê pêk bînin û derbasî çargoşeya ewlehî ya hikumeta Şamê nebin.

Her wiha bang li şêniyan kir ku zarokan bernedin kolanan.

Rêveberiya Xweser, wê alîkariya malbatên Taxa El-Omran bike

Ji bo ku vîrûs li herêmê belav nebe, Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser wê alîkariyê ji malbatên taxa El-Omran re pêşkêş bike.

Li gorî wî, wê alîkarî ji îro û heya 3 rojan li malbatan bên belavkirin.

Back to top button