Ji 2007’an ve, 403 kes bi destê polîsan hatine kuştin

Piştî hikumeta AKP’ê, bi qanûnekê, mafê bikaranîna çekê da polîsên xwe, heta niha polîsan 403 sivîl kuştine. Qurbanê herî dawî yê vê qanûnê jî, Elî El Hemdanî yê Sûrî bû.

Sala 2007’an, AKP’ê mafê “şixulandina çekê ” da polîsan û mafê kuştina sivîlan rewa kir

Li gorî daneyên Weqfa Baran Tûrsûn, ji wê demê heta niha 403 kes bi destê polîsên AKP’ê ve hatine kuştin.

Herî dawî di 27’ê Nîsanê de, li navçeya Seyhan a Edeneyê, bi hinceta ku guh nedaye polîsan, ciwanê Sûrî Elî Hemdanî yê 18 salî hat kuştin.

Lê weke berî niha hat piştrastkirin, ev ne kesê yekem e, yê bûye qarbana vê qanûnê..

Tevî vê jî, hikumeta AKP’ê ne kujerên van kesan dadgeh dike, ne hesab ji wan dixwaze û ne jî ev qanûna nelirê ji holê radike.

Back to top button