Keça bi navê Rosêl Ehmed ji ber nexweşiya wê ya nenaskirî, îro wefat bû

Keça bi navê Rosêl Ehmed, a ku demekê baş nexweş ma û roj bi roj rewş lê giran dibû û bêyî nexweşiya wê were zanîn, îro jiyana xwe ji dest da. 

Rosêl Ehmed a 2 salî, ji bajarê Kobanê ye. Beriya mehekê nexweş ketibû.

Laşê wê zarokê, zêde sor dibû û dinepixî û Xidaba Xwîna wê jî dadiket.

Bijîşkan digot, “dibe nexweşiya wê di xwînê de be”.

Dema Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê bi rewşa Rosêl hesiyan, yekser alîkariyên pêwîst jê re pêşkêş kirin.

Tevî qedexekirina çûnûhatinê û girtina hemû deriyan, rêveberiyê rê peyda kir da ku wê bigînin bajarê Helebê…Lê îro Rosêla 2 salî, wefat bû.

Back to top button