Hêzên Hikumeta Şamê, gundewarê Idlib û Helebê kirin armanc

Dîsa agirbesta Putin-Erdogan a li Idlibê ku qaşo di roja 56’an de ye, hat binpêkirin û li dijî herêmê êrîş pêk hat.. 

Çavdêriya Sûrî ragihand ku “vê sibehê hêzên Hikumeta Şamê devera Kinsefra, El-Bara û Qufîn bi mûşekan topbaran kirin”.

Duh jî mûşekên Hikumetê Efes, Kinsefra û Fitêra yên Idlib û Kefereme, Kefer Tel yên Helebê kirin armanc.

Li gel êrîşan jî, dewriyên hevbeş ên Tirk-Rûsî, li ser rêya M4 Laziqiye-Heleb pêk hat.

Çavdrêiya Sûrî: 25 maşîneyên leşkerî yên Tirkiyê derbasî Idlibê bûn

Li aliyekî din, dewleta Tirk şandina maşîneyên leşkerî ber bi Idlibê ve dewam dike.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, 25 maşîneyên din di dergeha Kefer Losîn re, derbasî Idlibê bûn.

Duh jî, 35 maşîne hatin derbaskirin, ku ji destpêka agirbestê û heya niha, 6 hezar û 235 maşîne û 10 hezar û 300 leşker derbasî herêmê bûne.

Rûsya û Tirkiyê dewriyeyeke hevbeş a kurt li riya M4 pêk anîn

Di çaçroveya dewriyeyên hevbeş ên Rûsî-Trikî de jî, îro Rûsya û dewleta Tirk dewriyeya heftemîn bi awayekî kurt li ser riya M4 a lazqiyê-Heleb pêk anîn.

Ev yek jî di wextekî de ku xwepêşandan û çalakiyên çeteyên dewleta Tirk li ser rê dewam in, ku herî dawî şer di navbera artêşa dewleta Tirk û van çeteyan de rû dabû û kuştî û birîndar çêbûbûn.

Back to top button