Gerîlayên HPG û YJA Starê li çiyayê Gabarê derbên xurt li dagirkeriyê dan.
Di encamê de, wesayîtek zirxî ya dagirkeran hat teqandin û 5 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê bi daxuyaniyekê nivîskî ev agahî parvekir:
Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de gerîlyan çalakiyên xwe didomînin.
Di vê çarçoveyê de,
27’ê Nîsanê gerîlayan di navbera qada Dêrgulê û qereqola Girê Cotyar a Gebarê ya li Şirnexê wesayîteke zirxî ya Kobra şopandin û çalakiyek lidar xistin.
Di encamê de, wesayît hat teqandin û 5 leşker hatin kuştin.
Piştî çalakiyê leşkerên Tirk bi helîkopterê mirîyên xwe ji qada çalakiyê derxistin.
HPG’ê diyar kir ku di êrîşa hewayî ya 29 û 30’ê mehê de li ser herêmên Zap de ti ziyan li gerîlayan nebûye.