Li Başûrê Kurdistanê 10 rewşên nû hatin tomarkirin

Li Başûrê Kurdistanê tevî ku hefteyekê li ser hev ti rewşên nû yên pêketiyên vîrûsa corona nehatin tomarkirin, îro 10 rewşên nû hatin tomarkirin.

Li Îranê jî jimara kesên ji ber vîrûsê mirine, 6 hezar kes derbas kir. Her wiha Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi bû hatine hiştin.

Li Başûrê Kurdistanê ku dihat gotin vîrûs hatiye kontrolkirin, careke metirsiya vîrûsê xwe daye der.

Wezareta Tendursiyê ya Herêma Başûrê Kurdisatnê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Hewlêrê 5 kesên din bi vîrusê ketine.

Li gorî daxuyaniyê 4 ji navçeyên Soran û Çomanê ne û yek jî ji navenda Hewlêrê ye.

Her wiha Saziya Tenduristiya Kerkûkê jî ragihand ku li Kerkûkê 5 kesên din bi vîrûsaê ketine.

Heta niha li Kerkûkê 33 kes bi vîrûsê û ji wan 26 rehet bûne û yên din di bin kontrola bijîşkan de ne.

Li Herêma Başûrê Kurdistanê heta niha 372 kes bi vîrusa coronayê ketine, ji wan 5 kesan jiyana xwe ji dest dane, 325 kes jî baş bûne û yên din nexweş di bin çavdêriya bijîşkî de ne.

Tirkiye di cîhanê de di rêza 7’an de ye

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî hîna vîrûs bi xurtî belav dibe.

Dewleta Tirk ku bi tedbîrên pêşîlêgirtina vîrûsê nagre, daneyên rast nade.

Li gorî daneyên Fermî yên hatin belavkirin heta niha li Tirkiyê, 117 û 589 kes bi vîrûsê ketine û zêdeyî 3 hezar û 81 kes jî mirine.

Li Tikriyê bi milyonan kes betal mane

Li Tirkiye piştî di 10’ê Adarê de, vîrûsa corona hat dîtin, zêdeyî 5 milyon û 100 hezar mirov betal man.

Ji ber gelek cihên kar hatin girtin û betalî zêde bû, welatiyên ku nikaribûn debara xwe bikin bêtir ketin rewşek xerab.

Piştî vîrûs belav bû, tenê li Amedê 8 hezar û 684 kargeh ji bo demekê hatin girtin.

Girtiyê nexweş: Ez dêşim bila her kes dendê min bibhêse

Li girtîgehên Tirkiyê bi hezarn girtî hene ku êdî cih jî nameya.

Tevî vê yekê jî tedbîrên li dijî vîrûsê nayên girtin û girtiyên nexweş jî terkî mirinê hatine kirin.

Mehmet Salîh Fîlîz ê temenê wî 23 salî ye niha li Girtîgeha Tîpa T a Odemîşa Îzmîrê tê ragirtin.

Demek dirêje nexweşînên penceşêr û jana zirav lê geriyaye û ji ber van nexweşiyan rewşa tenduristiya wî her ku diçe ber bi xetereyê ve diçe.

Salîh Fîlîz di hevdîtina heftane ya bi rêya telefonê bi birayê xwe Şêxmûs Fîlîz re axivî û behsa rewşa xwe kir.

Mehmet daxwaza dermankirinê kir û got: Ez dêşim,Bila her kes dengê min bihîze.”

“Diz û kujer tên berdan, lê girtî nayên berdan”

Her wiha Payiz Demîr a 68 salî di Girtîgeha Tîpa T a Wanê de ye.

Kurê wê Mûhlîs Demîr, got:

“Tecawizkar, diz, kujer tên berdan, lê mirovên temenê wan di ser 65 saliyê re nayên berdan. ”

Li Îranê jimara kesên bi vîrûsê ketine 6 hezar derbas kir

Jimara qurbanên vîrûsê yên li Îranê her ku diçe girantir dibe û ti nîşanên kontrolkirina vîrûsê di demeke nêz de xuya nakin.

Li gorî daneyên fermî yên Îranê, di nava 24 saetên dawî de, 983 kesên din bi vîrûsê ketine û 71 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Heta niha li Îranê 94 hezar û 640 kes bi vîrûsê ketine û 6 hezar û 28 kesan jî, jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button