“Em qanûna înfazê şermezar dikin, bila hemû girtî bên berdan”

Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a HDP’ê li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin û qanûna înfazê hate şermerzarkirin. Li gel astengiya polîsan jî jinan li ber Girtîgeha Bakir-koyê çalakiya şermezarkirinê li dar xistin û xwestin girtî hemû bên berdan.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel bal kişand ser qanûna înfazê ya nû û got, Ev qanûn qanûna hovîtiyê ye.

Bi qanûna înfazê re girtiyên siyasî di nava lepên mirinê de hatine hiştin.”

Meclîsa Jinê ya HDP’ê ya Şirnexê, TJA bal kişandin ser qanûna înfazê û rewşa li girtîgehan li Şirnexê û navçeyên wê û bang kir ku bila girtîgeh bên valakirin.

Li Wan, Colemêrg, Sêrt, Êlih, Stanbol û Edene jî daxuyaniyên hevpar hatin dayîn.

Di daxuyaniya de wiha hat gotin:

Em ê li dijî qanûnên ku jinan tune dihesibinin têbikoşin.

Bi erêkirina qanûna infazê ya bi destên AKP-MHP’ê siberoja zarokan ji ber kujer, çete û dijminê jinê yên hatin berdan, ketiye talûkeyê.

Divê ji bo girtiyên di girtîgehan de teddîr bê girtin.

Back to top button