Pervîn Buldan: Li dijî tunekirina gelê Kurd, yekîtî girîng e

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Perwîn Bûldan, bal kişand ser peyama Rêber Abdullah Ocalan a derbarê yekitiya neteweyî de û got: Li dijî tunebûna gelê kurd, yekîtî girîng e.

Her wiha ji bo mezinkirina xebatên HDP’ê, emê li gor pêwîstiyan, têkoşînê bidomînin.

Piştî 21 salan, Rêber Abdullah Ocalan cara yekem bi telefonê bi malbata xwe re axivî.

Rêber Ocalan, balkişandibû ser mezinkirina rêxistbûna HDP’ê û girîngiya avakirina yekîtiya neteweyî.

Têkildarî vê, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Pervîn Buldan nirxandin kir.

Pervîn Buldan, destnîşan kir ku li Tirkiyê binpê kirina mafan di girtîgehan de dewam dike, piştî 21 salan tenê bi riya tlefonê rêzdar Ocalan bi malbata xwe axivî, diviya di hêla hiqûqî, siyasî û exlaqî de hevdîtin pêk were.

Hevseroka HDP’ê balkişand ser peyama Ocalan a derbarê yekrêziya kurdî de û destnîşan kir ku di vê pêvajoya aloziyê li Zînî Wertê de, derketina peyama rêber Ocalan girîng bû.

Pervîn Buldan got:

Bi salane yekîtî di rojeva Kurdan de ye, ji ber ku heta niha yekîtî pêk nehatiye, li gel ambargoya li ser wargeha Mexmûrê, êrîşek bi plan hat kirin.

Lewra ez bang li rayedarên Başûrê Kurdistanê dikim ku li dijî tunekirina Gelê Kurd helwest nîşand bidin. Ocalan jî di pêyama xwe gotibû: Îro dem dema yekîtiyê ye.

Pervîn Buldan: Li gor pêwîstiyan, têkoşîn didome

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan pêyama birêz Ocalan ya derbarê mezinkirina rêxistinbûna HDP’ê de bi bîr xist û destnîşan kir ku li gel ev qas zor, zehmetî, tundî û binçavkirin jî têkoşîneke mezin dide meşandin.

Pervîn Bulan, da zanîn ku di aliyê rêxistinbûyînê de kêmasiyên hene, divê em xebatên xwe mezin bikin. Her çiqas belavbûna vîrûsa Corona bûye asteng ji xebata me re, emê li gorî pêwîstiyan, li gel her tiştî têkoşîna xwe bidomînin.

Back to top button