Îmarat piştevaniya xwe ya ji bo çareseriyeke siyasî li Lîbyayê nîşan da

Ji bo ragihandina agirbesta li Lîbyayê, aliyên navdewletî bi erênî pêşwazî kir. Li aliyeke din, duh dewleta Tirk hezar û 500 çeteyên ku li hin gundên Efrînê bûn, şandin Lîbyayê.

Wezareta Derve ya Îmaratê jî piştevaniya xwe ya ji bo çareseriyeke siyasî li Lîbyayê nîşan da û têkildarî destwerdana dewleta Tirk di kar û barên Ereban de û piştgiriya wê ji komên terorîst re jî fikarên aşkera kirin.

Ji aliyê xwe ve Wezareta Derve ya Rûsyayê jî derbarê bangên navdewletî ji bo ragihandina agirbestekî mirovî li Lîbyayê bi erênî pêşwazî kir û hêviya çareseriyke cidî li welêt kir.

Brîtanyayê jî bang li aliyê Lîbî kir ku li gorî Kongreya Berlînê têkevin danûstandinan ku rê ji çareseriyeke siyasî re veke.

Her wiha îro ajansa Hawarê jî da zanîn ku duh artêşa Tirk a dagirker hezar û 500 çeteyên ku li hin gundên Efrînê bûn, şandin Lîbyayê.

Li gorî raporên çapemeniyê û daxuyaniyên artêşa nîştimanî ya Lîbyayê, dewleta Tirk heya niha zêdetirî 5 hezar çete şandine Lîbyayê.

Back to top button