Jinên Aşûrî yên gundê Til Cûmayê derbarê êrîşên artêşa tirk û komkujiyên ku li ser wan hatiye kirin de, bertekên xwe nîşan dan û diyar kirin ku aşûrî, suryanî û ermenî xwedî çand, dîrok û şaristaniyeke kevnarin, em ê li dijî dagirkeran û êrîşkaran Til Temirê û dîroka xwe biparêzin.
Ji dîrokê vê gelek kumkujî di derheqê gelê Ermen, Aşûr û Suryan hatiye kirin.
Gelê Ermen û Aşûr dibêjin ku yên xwestin me qir bikin, dîroka me bidizin û şaristaniya me binpê bikin dewleta Osmanî bû û niha jî neviyê wê dewleta tirk e.
Têkildarî mijarê jinên Aşûrî yên ji gundê Til Cûma ê Aşûriyan ku rastî topbarana dewleta tirk tên nerînên xwe anîn ziman.
Meryem Yeqûb anî ziman ku ev zêdetirî 102 sal in li Til Cûmayê dijîn û got:
Gelê me yê ermen, aşûr û suryanî rastî komkujiyan hatin, îro jî dîsa dewleta tirk a dagirker dixwaze heman komkujî û dîrokê zindî bike, lê ew çi bike jî em qir nabin, neviyên me ew ê tola me ji wan hilînin.
Ji Tirkiyeyê heta Iraqê îro jî Til Temirê, berxwedana me li hember dagirkeran didome.
Hêlişwa Şabo diyar kir ku gundê Til Cûma bi 1 km nêzî gundê Um El-Kêfê ye, xeteriya ser wî gundî di heman demê de ser gundê me ye jî û dibêje:
Tevî wê jî bi dehan Aşûrî li gund , ev axa me ye ku em li ser wê dijîn tiştekî dewleta tirk a dagirker lê tune ye.
Necîba Pawlos jî destnîşan kir ku welatê ku me û zarokên xwe bi ked û xwêdanê ava kiriye, çand û dîroka xwe lê parastiye, em wê radestî tu dewletê ango tu hêzê nakin, bi yekîtiya me em ê çavên Erdogan derînin.