Li dijî her Cureyên tundiyê, divê jin xwe bigihînin rêxistinên jinan

Endama Platforma Jinan a Şah-maranê Melîke Bîsîk-letçîler, diyar kir ku di vê pêvajoya tundiya li dijî jinan zêdebûye û bang li jinên li Mêrdînê kir ku li dijî her cure tundî xwe bigihînin wan.

Li gorî daneyên Platforma Emê Kuştinên Jinan Rawestînin li Tirkiyeyê, meha Adarê 29 jin hatine kuştin.

Endama Platformê Melîke Bîsîkletçîler da zanîn ku di vê demê de tundiya li dijî jinan zêdetir bûye, sedema jî bê-cezabûna êrîşkar û bê tedbîrên dewletê ye.

Endama Platforma jin, balkişand ser rewşa jinan li Mêrdînê û destnîşan kir ku li wir jî tundî û kuştina jinan zêdetir ye.

Lewra em wek platform, her tim ligel jinan e. Bi qanûna înfazê re fikar zêde bûn.

Bi hezarn guman-barên ku li dijî jinan tundî pêk anîbûn, hatin berdan.

Divê stargehên jinan werin berfirehkirin, xetên lezgîn aktîf bibin.

Em bang li jinên li Mêrdînê dikin, dikarin li dijî her cureyê tundiyê xwe bigihînin me.

Back to top button