Corona..Şaneya Aloziyê: Divê zêdeyî 2 kesan kom nebin

Şaneya Aloziyê ya Herêma Cizîrê ji bo vî bajarî biryarên nû standin û daxwaz ji her kesî kir ku zêdeyî du kesan kom nebin. 

Tê zanîn herdû rewşên tomarkirî li bajarê Hesekê ne..

Ji lewre, şaneya aloziyê ya herêma Cizîrê biryarên taybet ji bo wê belav kirin..

-Taxa El-Amran ya 2 rewşên vîrûsê lê hatiye tesbîtkirin, bi temamî di jêr çavdêriyê de ye.

-Ji bilî wesayîtên veguhestina madeyên xwarin, tenduristî, sotemenî û sehrîcên avê çûnûhatina ji bo bajarê Hesekê qedexe ye.

-Komîte û meclis wê pêwîstiyên jiyanî yên malbatên di çavdêriyê de bi cih bînin.

-Xebatên paqijkirin û pakkirina deveran, wê bidomin.

Şaneya aloziyê bang kir ku biryaran bi cih bînin û weke hişyarî jî xwest bêhtirî 2 kesan kom nebin

Back to top button