Kedkarên Şaredariya Efrînê li Şehbayê bi daxuyaniyekê 1’ê Gulanê Roja Karkeran pîroz kir.
Li Şehbayê bi daxuyaniyekê 1’ê Gulanê di serî de li Rêber Ocalan û hemû kedkar û karkeran pîrozkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ji ber vîrûsê weke salên borî 1’ê Gulanê nikarin pîroz bikin.
Karkeran diyarkirin ku çi dibe bila bibe ewê ticarî keda karkeran a ji bo welat û azadiya welat ji bir nekin.