Mezlûm Ebdî: Bila “NY” derbarê teqîna li Efrînê lêkolînekê bide destpêkirin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê, Mezlûm Ebdî, bang li aliyên navdewletî kir ku derbarê sûcên dewleta Tirk li Efrînê lêkolînekê vekin.

Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navdewletî kir ku ji bo vekişîna ji Sûriyê zext li Tirkiyê were kirin.

Mezlûm Ebdî ji ajansa “North Press” re axivî û têkildarî teqîna dawî ku Efrînê rû dayî got ku ev siyasetên qirêj yên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li bajêr.

Ebdî got:

“Ez qet matmayî namîn ger Tirkiyê bi hinceta vê teqînê êrîşeke dagirkeriyê nû li deverên Sûrî bike, ev jî hincetên Tirkiyê bûn di êrîşên xwe yên berê de.”

Mezlûm Ebdî bang li Netewên Yekbûyî, Ameîka û Rûsyayê kir ku derbarê teqîna dawî ya li Efrînê rû dayî bila lêkolînekê navdewletî bidin destpêkirin.

Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Divê Civaka Navdewletî ji bo vekişîna ji Sûriyê zextê li Tirkiyê bike

Her wiha Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê teqîna li Efrînê şermezar kir û bang li Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî kirin ku ji bo vekişîna ji Sûriyê zext li Tirkiyê were kirin.

Back to top button